Li Îranê di 24 saetên dawîn da 461 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 40 hezar û 582 kesî, ya pêketiyan jî derket 738 hezar û 322an.

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 461 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

 Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin 461 zêde bû û derkete 40 hezar û 582.

Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 461 kes mirin û 11 hezar û 737 kes jî bi vîrusê ketin.

Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 40 hezar û 582 kesî, ya pêketiyan jî derket 738 hezar û 322an.

Lariya berdevk diyar kir ku rewşa 5 hezar û 630 pêketiyan giran e, heta niha 546 hezar û 642 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.

Berdevkê destnîşan kir ku li welêt hetanî nika 5 milyon û 424 hezar û 479 test hatine kirin, li welêt 31 eyalet jî di nav herêmên "xeternak" û "sor" da ne.

Li 25 eyalet û 89 navçeyên Îranê biryar hatibû dayîn ku karxaneyên mecbûriyeta wan tunin werin girtin. Wekî mayîn ketin û derketina 25 eyaletan jî hatibû qedexekirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE