Li Îranê di 24 saetên dawîn da 669 kes ji Kovîd-19ê mirin

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 33 hezar û 780 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 4 hezar û 918 kes li nexweşxaneyê hatin razandin.

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 669 kes ji Kovîd-19ê mirin

Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 669 zêde bû û derket 107 hezar û 151an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 33 hezar û 780 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 4 hezar û 918 kes li nexweşxaneyê hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 669 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 107 hezar û 151an, jimara pêketiyan jî derket 4 milyon û 960 hezar û 744an.

Ji nexweşên Kovîd-19ê 7 hezar û 886 kes di beşa nexweşên giran da tedawî dibin.

Wezaretê diyar kir, heta niha 18 milyon û 551 hezar û 964 kes doza ewil a aşiyê bûye, 8 milyon û 389 hezar û 296 kes jî her du dozên aşiyê bûne.

Bi tevahî 26 milyon û 941 hezar û 260 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.

Ji aliyê din va 306 bajar di kategoriya "sor", 110 bajar di kategoriya "tûtik" û 32 bajar jî di kategoriya "zer" da ne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE