Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 67 zêde bû û derket 59 hezar û 184an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da 67 kes mirin, 8 hezar û 42 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û ji van 744 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.
Lariyê daxuyand, jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 59 hezar û 184an, jimara pêketiyan jî derket milyonek û 542 hezar û 76an.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 684an giran e û heta niha milyonek û 317 hezar û 612 kes jî qenc bûne.
Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 10 milyon û 218 hezar û 318 test hatine kirin.
Lariyê daxuyand, li welêt 9 bajar di kategoriya "sor", 39 bajar di katgoriya "turuncu", 228 bajêr di kategoriya "zer" û 172 bajêr jî di kategoriya "hêşîn" da ne.
AA