Li Îranê di 24 saetên dawîn da 76 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 109 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 593 kes li nexweşxaneyê hatin razandin.

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 76 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 76 zêde bû û derket 130 hezar û 200î.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 109 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 593 kes li nexweşxaneyê hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 76 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 130 hezar û 200î, jimara pêketiyan jî derket 6 milyon û 125 hezar û 596an.

Li tevahiya welêt rewşa 3 hezar û 249 kesên ku bi Kovîd-19ê ketine û di nexweşxaneyan da hatine razandin, giran e.

Wezaretê diyar kir, heta niha 58 milyon û 94 hezar û 169 kes doza ewil a aşiyê bûne, 48 milyon û 149 hezar û 791 kes jî her du dozên aşiyê bûne. Milyonek û 287 hezar û 811 kes jî doza sêyem bûn.

Bi tevahî 107 milyon û 531 hezar û 771 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.

Li gor grûbên rîskê li tevahiya welêt 2 bajêr di kategoriya "sor" da ye ku tê meneya "rîska zêde", 9 bajêr di kategoriya "tûtik" da ye ku tê meneya "rîskê" 153 bajêr di kategoriya "zer" da ne ku tê meneya "kêmrîskê" û 284 bajêr jî di kategoriya "şîn" yanî "bê rîsk" da ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE