Li Îranê di 24 saetên dawîn da 78 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 78 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Îranê jimara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin, 78 zêde bû û derket 130 hezar û 66an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 603 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 649 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 78 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 130 hezar û 66an û jimara pêketiyan jî derket 6 milyon û 129 hezar û 199an.

Ji nexweşên Kovîd-19ê 3 hezar û 296 kes li beşa nexweşên giran tên dermankirin.

Wezaretê diyar kir, heta niha 57 milyon û 927 hezar û 468 kes doza ewil a aşiyê bûne, 47 milyon û 761 hezar û 675 kes jî her du dozên aşiyê bûne.

Bi tevahî 106 milyon û 867 hezar doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.

Ji hêla din va di kategoriya "sor" da tu bajar neman û 22 bajar di kategoriya "tûtik" û 207 bajar jî di kategoriya "zer" da ne. 219 bajar jî bê rîsk in û di kategoriya "hêşîn" da cî digrin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE