Li Îranê di 24 saetên dawîn da 82 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 4 hezar û 310 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 645 kes li nexweşxaneyê hatin razandin.

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 82 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 82 zêde bû û derket 129 hezar û 711an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 4 hezar û 310 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 645 kes li nexweşxaneyê hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 82 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 129 hezar û 711an, jimara pêketiyan jî derket 6 milyon û 113 hezar û 192yan.

Li tevahiya welêt rewşa 3 hezar û 338 kesên ku bi Kovîd-19ê ketine û di nexweşxaneyan da hatine razandin, giran e.

Wezaretê diyar kir, heta niha 57 milyon û 483 hezar û 74 kes doza ewil a aşiyê bûne, 46 milyon û 683 hezar û 162 kes jî her du dozên aşiyê bûne. 995 hezar û 972 kes jî doza sêyem bûn.

Bi tevahî 105 milyon û 162 hezar û 208 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.

Li gor grûbên rîskê li tevahiya welêt di kategoriya "sor" da tu bajar nemane, 22 bajêr di kategoriya "tûtik" da ye ku tê meneya "rîskê" 207 bajêr di kategoriya "zer" da ne ku tê meneya "kêmrîskê" û 219 bajêr jî di kategoriya "şîn" yanî "bê rîsk" da ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE