Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 127 kes mirin

Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 127 kes mirin

Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 127 zêde bû û derket 84 hezar û 516an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, digel jimara pêketî û miriyan daneyên aşiyê jî hatin parvekirin.

Di 24 saetên dawîn da 13 hezar û 836 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û ji van jî 1561 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 127 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 84 hezar û 516an, jimara pêketiyan jî derket 3 milyon û 232 hezar û 696an.

Ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 196an giran e û heta niha 2 milyon û 902 hezar û 140 kes jî qenc bûne.

Li welatê qasî 83 milyon nifûsa wê heye jî heta niha 23 milyon û 806 hezar û 452 test û 6 milyon û 201 hezar û 573 doz jî aşî hatin kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE