Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 216 kes mirin

Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 216 kes mirin

Li Îranê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin, 216 zêde bû û derket 16 hezar û 982yan. 

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê di daxuyaniya xwe ya li ser têlevîzyona dewletê da agahiyên dawîn ên li ser Kovîd-19ê parve kirin.

Lariyê wiha got, "Mixabin di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 216 welatiyên me mirin."

Lariyê diyar kir ku 2 hezar û 548 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û wiha got, "Ji van 1067 jê li navendên tenduristiyê hatin razandin."

Lariyê got ku bi vê va hejmara giştî ya kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 16 hezar û 982yan, ya pêketiyan jî derket 306 hezar û 572yan. 

Lariyê her wiha got ku ji nexweşên Kovîd-19ê jê rewşa 4 hezar û 11an giran e û heta niha 265 hezar û 830 nexweş jî baş bûn.

Lariyê diyar kir ku Tehran di serî da eyaletên wekî Mazenderan, Gulistan, Fars, Azerbaycana Rojhilat, Erdebîl, Îsfahan, Elburz, Îlam, Xoresana Rezewî, Kîrman, Xoresana Bakur, Sîmnan, Loristan û Hurmuzgan wekî "herêma sor" hatine destnîşankirin ku rîska wê bilind e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE