Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 610 kes mirin

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di 24 saetên dawîn da 610 kes mirin, 38 hezar û 657 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.

Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 610 kes mirin

Li Îranê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetan da 610 zêde bû û derket 102 hezar û 648an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di 24 saetên dawîn da 610 kes mirin, 38 hezar û 657 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 102 hezar û 648an, hejmara pêketiyan jî derket 4 milyon û 715 hezar û 771ê.

7 hezar û 695 nexweşên Kovîd-19ê jî di unîteyên nexweşiya giran da tedawiyê dibînin.

Heta niha 16 milyon û 986 hezar û 882 kes doza ewil a aşiyê bûn, 6 milyon û 150 hezar û 817 kes jî doza duyem ya aşiyê bûn.

Bi tevahî 23 milyon û 137 hezar û 699 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hat kirin.

Ji hêla din 359 bajêr di kategoriya "sor", 59 bajêr di kategoriya "tûtik" û 30 bajêr jî di kategoriya "zer" da ne. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE