Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 68 kes mirin û hejmara miriyan derket 59 hezar û 409an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da 68 kes mirin, 7 hezar û 922 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û ji van 472 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.
Lariyê daxuyand, hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 59 hezar û 409an, hejmara pêketiyan jî derket milyonek û 566 hezar û 81ê.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 677an giran e û heta niha milyonek û 337 hezar û 877 kes jî qenc bûn.
Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 10 milyon û 387 hezar û 561 test hatin kirin.AA