Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji Kovîd-19ê 394 kes mirin

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, digel jimara pêketî û miriyan daneyên aşiyê jî hatin parvekirin.

Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji Kovîd-19ê 394 kes mirin

Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 394 zêde bû û derket 72 hezar û 484an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, digel jimara pêketî û miriyan daneyên aşiyê jî hatin parvekirin.

Li gor daxuyaniyê di 24 saetên dawîn da 18 hezar û 698 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û ji van 2 hezar û 811 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 394 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 72 hezar û 484an, jimara pêketiyan jî derket 2 milyon û 534 hezar û 855an.

Ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 5 hezar û 443an giran e û heta niha milyonek û 988 hezar û 165 kes jî qenc bûne.

Li Îranê heta niha 16 milyon û 101 hezar û 399 test hatine kirin.

Wezaretê diyar kir, heta niha 956 hezar û 95 kes doza ewil a aşiyê bûye, 218 hezar û 631 kes jî her du dozên aşiyê bûne.

Bi tevahî milyonek û 175 hezar û 54 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.

Li welêt 198 bajar di kategoriya "sor", 157 bajar di katgoriya "tûtik", 84 bajar di kategoriya "zer" û 9 bajar jî di kategoriya "hêşîn" da ne, ketin û derketina bajarên "sor" û "tûtik" qedexe ne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE