Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Îreç Herîrçî ragihand ku di wî da jî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatiye tespîtkirin.
Herîrçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û ragihand ku bi vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketiye.
Îreç Herîrçî destnîşan kir ji ber ku canê wî keliyeya duh ew hildane karantînayê û testa virûsê hatiye kirin û got ku çend deqîqe ewil encam derketin û ez jî bi koronayê ketime.
Herîrçî diyar kir rewşa wî baş e û got ku bawer bikin ku em ê ji vîrusê xilas bibin.
AA