Li Îranê di nav 24 saetan da ji ber Kovîd-19ê 132 kes mirin

Xebatkarên tendûristiyê di mijara miameleyên meha miheremê da tên kirin hişyarî dan

Li Îranê di nav 24 saetan da ji ber Kovîd-19ê 132 kes mirin

Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê (Kovîd-19) 132 kesên din jî mirin û hejmara miriyan gihîşt 18 hezar û 264an.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê ji ser têlevîzyona dewletê daxuyanî da û agahiyên dawîn ên der barê Kovîd-19ê da parve kir.

Lariyê di axaftina xwe da got ku di nav 24 saetên dawîn da ji kesên şewba Kovîd-19ê bi wan ra hebû 132 kes mirin û wiha pê da çû: "Li seranserê welêt 2 hezar û 150 waqieyên nû hatin tesbîtkirin û ji wan jî 1049 kes li nexweşxaneyan tên tedawîkirin." 

Berdevkê got ku bi hejmarên dawîn va li seranserê welêt heta niha 18 hezar û 264 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û 322 hezar û 692 kes jî bi şewbê ketin. 

Di berdewamiya axaftina xwe da Lariyê destnîşan kir ku ji pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt rewşa 4 hezar û 148 kesan girane û heta niha 282 hezar û 122 kes jî filitîne.

Xebatkarên tendûristiyê ji ber meha miheremê hişyarî dan

Ji hêla din va xebatkarên tendûristiyê yên li Îranê bal kişandin ser rewşa şewba Kovîd-19ê ya li çar aliyê welêt belav bûye û gotin ku nimayîş û miameleyên bi komî yên di meha miheremê da heke bên kirin hejmara pêketiyan wê zêdetir bibe.

Konseya Tibê ya Îranê ji bo meqamên rayedar ên olî wek bangewazî nameyek weşand û xwest ku bila reşgirêdanên di meha miheremê da tên kirin li gor rê û rêzikên tewdîran bên kirin.

Di nameyê da hat gotin merasimên komî wê rê li ber belavbûna Kovîd-19ê zêde bike û hat xwestin ku di şûna merasiman da jî bila rêbazên nû yên wek ji ser înternetê weşan kirin û pakêtên xwarin û xurekê li hewcedaran belav bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE