Li Îranê di nav 24 saetan da ji ber Kovîd-19ê 184 kes mirin

Sîma Sadat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 184 kesên din jî mirin û 2 hezar û 345 kesên din bi vîrusê ketin.

Li Îranê di nav 24 saetan da ji ber Kovîd-19ê 184 kes mirin

Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê (Kovîd-19) 184 kesên din jî mirin û hejmara miriyan gihîşt 18 hezar û 800î.

Sîma Sadat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 184 kesên din jî mirin û 2 hezar û 345 kesên din bi vîrusê ketin.

Lariyê destnîşan kir ku bi vî awayî hejmara miriyan derkete 18 hezar û 800î, hejmara pêketiyan jî derket 331 hezar û 189 kesan. 

Lariyê destnîşan kir ku rewşa 3 hezar û 983 kesên bi vîrusê ketine giran e, 288 hezar û 620 kesên baş bûn jî çûne malên xwe.

Lariya Berdevk destnîşan kir ku li welêt heta niha 2 milyon û 736 hezar û 514 test hatin kirin.

Li Îranê cara ewil di 19ê Sibatê da li bajarê Qûmê Kovîd-19 derketibû holê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE