Li Îranê di pîrozbahiyên "Çarşema Sor" da 19 kes mirin

Li Îranê di pîrozbahiyên "Çarşema Sor" da 19 kes mirin

Li Îranê di pîrozbahiyên "Çarşema Sor" da ya ku şeva dawîn a salê ya li gorî salnameya Hicrî Şemsî tê pîrozkirin, ji 21ê Rêbendanê vir va 19 kes mirin, 2 hezar û 798 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Saziya Alîkariya Acil a Îranê Mucteba Xalidî ji têlevîzyona dewletê ra axivî û der heqê ziyanên pîrozbahiyan da agahî da.

Xalidî wiha got, "Di pîrozbahiyên îsal ên "Çarşema Sor" da 19 kes mirin, 2 hezar û 798 kes jî birîndar bûn."

Xalidî destnîşan kir, ji birîndaran 171 jê uzwên wan jêbûn, 150 jê di bedena wan da şewat çêbû û 880 jê jî ji çavên xwe birîndar bûn. Xalidî her wiha got ku herî zêde kes li eyaletên Azerbeycana Rojhilat û Qûmê mirin.

Hat diyarkirin, ev amar amarên herî bilind ên 10 salên derbasbûyî ne.

Tê destnîşankirin, sedema zêdebûna van amaran, emilandina wan agirîn û teqemeniyan e ku di atolyeyên nefermî da hatine çêkirin.

Li Îranê di pîrozbahiyên par da 9 kes miribûn û 1894 kes jî birîndar bûbûn.

- Pîrozbahiyên "Çarşema Sor"

Li Îranê beriya Cejna Newrozê di çarşema dawîn a salê da pîrozbahiyên "Çarşema Sor" hene. Di van pîrozbahiyan da bi taybetî zarok û ciwan xwe ser agir ra davêjin, fîşengên hewayî tên avêtin û maytap tên şewitandin.

Ev pîrozbahî li Îranê her sal dibe sedema mirin an jî birîndarbûna gelek kesan. Li Îranê teqwîma tavê ya Hîcrî tê bikaranîn û li gor vê teqwîmê li Îranê Newroz di 21ê adarê da dest pê dike, lê ji ber ku îsal sibatê 29 roj kişand, serê salê di 20ê adarê da dest pê dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE