Hat ragihandin ku li Îranê rojê li 50 laboratuvaran testa vîrusa koronayê ya tîpa teze (Kovîd-19) ya 6 hezar kesî dikin.
Elî Riza Bîgleriyê Serokê Enstîtuya Pasteur a Îranê daxuyanî da ÎRNAya ajansa fermî ya Îranê û diyar kir ku ji 220 hezarî zêdetir kîtên testa Kovîd-19ê bexşandin Îranê û hetanî nika ji wan 80 hezar kît hatin bikaranîn.
Bîglerî destnîşan kir ku li welêt 50 laboratuvar ji bo testa Kovîd-19ê xizmetê didin û ew ê hejmara laboratuvara derxin 70yî.
Bîglerî got ku di rojê da testa 6 hezar kesî dikin û di nav 48 saetan da encama testan eşkere dikin.
Zarokê 3 salî jî mir
Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku nîvendiya emrê kesên ji ber vîrusê mirin 67 e, nîvendiya kesên bi nexweşiyê dikevin jî 54 e.
Hat ragihandin ku zarekî 3 salî yê di heman demê da nexweşê losemiyê bû jî ji ber vîrusê mir.
3 hezar û 529 kes rind bûn û çûn malên xwe
Kovîd-19a li Çînê derkete holê û li dinyayê belav bû di 19ê sibatê da li Qûma bajarê Îranê hat tesbîtkirin û li welêt belav bû.
Li welêt hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin derkete ji 11 hezarî derbas bû, hetanî nika 514 kes mirin.
Ji kesên di wan da Kovîd-19 hat tesbîtkirin 3 hezar û 529 kes rind bûn û çûn malên xwe.
AA