Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 448 zêde bû û derket 114 hezar û 759an.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 22 hezar û 541 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 3 hezar û 163 kes li nexweşxaneyê hatin razandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 448 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 114 hezar û 759an, jimara pêketiyan jî derket 5 milyon û 318 hezar û 327an.
Ji nexweşên Kovîd-19ê 7 hezar û 206 kes di beşa nexweşên giran da tedawî dibin.
Wezaretê diyar kir, heta niha 23 milyon û 144 hezar û 750 kes doza ewil a aşiyê bûye, 12 milyon û 492 hezar û 598 kes jî her du dozên aşiyê bûne.
Bi tevahî 36 milyon û 637 hezar û 348 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.
Ji hêla din 168 bajêr di kategoriya "sor", 209 bajêr di kategoriya "tûtik" û 71 bajêr jî di kategoriya "zer" da ne.AA