Hat ragihandin, li eyaleta Hurmuzganê ya li başûrê Îranê, di sê erdhejên ji 6an mezintir ên li pey hev çêbûn da 5 kes mirin, 84 kes jî birîndar bûn.
Li gorî têlevîzyona dewleta Îranê, erdheja ewil a bi mezinahiya 6,1ê ya ku navenda lerzê, derdora bajarên Bender Hemîr û Bender Lenge yên Hurmuzganê bû, bi dema herêmî di saet 02.02yan da çêbû.
Piştî vê, bi dema herêmî di saet 03.54 û 03.55an da 6,1 û 6,3 mezin du erdhejên din jî çêbûn. Li herêmê her wisa ne zêde tund, lerzên dûmahîkê jî domandin.
Berdevkê Servîsa Bilez a Îranê Muctabî Xalidî di daxuyaniya xwe da diyar kir, di erdhejên li Hurmuzganê da 5 kes mirin, 84 kes jî birîndar bûn.
Xalidî got ku tedawiya 15 birîndaran li nexweşxaneyan didome, birîndarên din jî ji bo malên xwe hatin şandin.
- Xebatên lêgerîn û xilaskirinê bi dawî bûn
Midûrê Giştî yê Cemiyeta Heyva Sor a Hurmuzganê Mihendis Mixtar Sîlahşor jî diyar kir ku navenda lerzê erdheja 6,1 mezin, gundê Sayexoşê ye ku 300 mal e û ziyana herî zêde li vî gundî ket.
Sîlahşor got ku gundên derdorê jî ziyaneke mezin gihîşt wan.
Peywirdarê Îranê got ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê bi dawî bûn û di bin kavilan da kes nema.
AA