Li Îranê erd bi lerza 4,8an hejiya

Li Huzistana eyaleta Îranê li navçeya Dezfulê bi lerza 4,8an erdejek çêbû.

Li Îranê erd bi lerza 4,8an hejiya

Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê bi saeta herêmî di saet 13.17an da bi lerza 4,8an erd hejiya. 

Hat gotin navenda erdhejê bajaroka Salendê ya li ser navçeya Dezfulê ye û erdhej 9 kîlomêtro di binê erdê da çêbûye.

Hê tu agahî nehatin dayîn ku gelo di erdhejê da tiştek bi tu kesî hatiye an na.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE