Li Kohgîluye û Dogonbedana navçeya eyaleta Buyer Ehmedê yên li başûrê rojavayê Îranê erd bi lerza 5,2yan hejiya.
Li gor daneyên Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, navenda erdhejê Kohgîluye û Dogonbedana navçeya eyaleta Buyer Ehmedê ye û mezinahiya wê jî 5,2 ye.
Erdhej di saet 13.41î da 10 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Welatiyên li eyaletên Fars, Bûşêr û Xuzistanê jî bi erdhejê hisiyan. Agahî nehat dayîn ku gelo tiştek bi kesî hat an nehat.
AA