Li Îranê erdhej

Li Îranê erdhej

Li eyaleta Gulistanê ku dikeve bakurê Îranê, bi lerza 5,1ê erd hejiya û di erdhejê da herî kê 10 kes birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê hat dayîn, navenda erdhejê navçeya Ramiyanê ya li ser eyaleta Gulistanê ye, li gor saeta herêmî di 02.04ê da çêbû.

Hat gotin ku erd 9 kîlomêtre di kûrahiyê da hejiyaye.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) Navenda Kontrol û Kordînasyona Operasyonê ya Teşkîlata Xelaskirin û Alîkariyê ya Heyva Sor daxuyanî da û wiha got, "Di avahiyên hin gundên Ramiyanê da xesara madî çêbû. Li gundê Kuruçayê 7 û li gundê Elhadiyê 3 kes birîndar bûn."

Hat gotin ku li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE