Li Îranê fealiyeta santrala ceyrana nukleerê ya Bûşehrê ji ber "rewşa bilez" hat rawestandin

Li Îranê fealiyeta santrala ceyrana nukleerê ya Bûşehrê ji ber "rewşa bilez" hat rawestandin

 Hat ragihandin, li eyaleta Bûşehrê ya li başûrê Îranê fealiyeta santrala ceyrana nukleerê ji ber "rewşa bilez" bi awayekî demkî hat rawestandin.

Alîkarê Midûrê Giştî yê Şîrketa Ceyrana Îranê Xulamelî Rahşanîmehr di daxuyaniya xwe ya da têlevîzyona dewletê da diyar kir, fealiyeta santrala ceyrana nukleerê ya Bûşehrê ji ber "rewşa bilez" bi awayekî demkî hat rawestandin.

Rahşanîmehr der heqê sedema rewşa bilez da agahî neda û got ku hilberîna ceyranê 1000 megavat dê bikeve û ev yek jî dibe ku bibe sedema qutbûna ceyranê.

Rahşanîmehr her wisa got ku kankerên pereyê krîpto hema hema bi qasî nîvî Tehranê, ceyranê xerc dikin û wan hefteya borî dest danî ser zêdeyî 3 hezar cihazên hilberîna pereyê krîpto.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE