Li Îranê hejmara kesên ji alkola sextê mirin gihîşt 16an

Li Hurmuzgana eyaleta Îranê hejmara kesên ji ber alkola sextê mirin derkete 16an.

Li Îranê hejmara kesên ji alkola sextê mirin gihîşt 16an

Li Hurmuzgana eyaleta Îranê hejmara kesên ji ber alkola sextê mirin derkete 16an.

Fatma Newruziyana Midûra Têkiliyên gel a Fakulteya Tipê ya Hurmuzganê diyar kir ku ji roja çarşemê vir da 168 kes ji ber alkola sexte rakirina nexweşxaneyan.

Newruziyanê destnîşan kir ku 16 kesên ji alkola sexte bi jehrî ketibûn mirin, rewşa 8 kesan jî giran e.

Li gor ISNAya Ajansa Xeberan a Xwendekaran ya Îranê, Ezîzullah Melekiyê Midûrê Ewlekariya Hurmuzganê diyar kir ku piştî bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin û firoşkerên alkola qaçax hatin tesbîtkirin.

Melekî destnîşan kir ku di çarçoveya lêpirsînê da 3 kesên hat tesbîtkirin alkola qaçax çêkirine û firotine hatin binçavkirin.

Duh hatibû destnîşankirin ku li Hurmuzganê 10 kes ji ber alkola qaçax bi jehrî ketin û mirin.

Dîroka nûkirinê: 29 îlon 2018, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE