Li Tehrana paytextê Îranê û gelek deverên din ên welêt ji ber barana gur û lehiyê hejmara kesên mirin derket 56an.
Serokê Saziya Xilaskirin û Alîkariya Heyva Sor a Îranê Mehdî Welîpûr daxuyanî da qanala têlevizyonê ya dewletê û got ku ji ber bobelata lehiyê hê jî 28 kes winda ne.
Welîpûr destnîşan kir ku li Îmamzade, Dawud û Zerîndeşt Fîrûzkuhê 32 û li deverên din ên welêt jî 24 bi tevahî 56 kes mirin.
Di axaftina xwe da Welîpûr diyar kir ku xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin û heta niha ji nêzî 3 hezar û 500 kesî ra alîkariya bicîbûna bilez hatiye kirin û 1500 kes jî hatine xilaskirin.
Ji hêla din va Navenda Rêveberiya Qeyranê û Texmînê ya Neteweyî jî ragihand ku rewşa hewayê ya welat hildaye bin tesîra xwe wê heta roja duşemê dewam bike.
AA