Li Îranê ji ber koronavîrusa cureya nû (Kovîd-19) hejmara kesên mirin derket 4an.
Berpirsiyarê Têkiliyên Gel ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanuş Cîhanpur li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û got ku li Qumê 7, li Tehranê 4 û li Gîlanê 2 kes bi tevahî di 13 kesên din da jî koronavîrus hat tesbîtkirin.
Cîhanpur diyar kir 2 kesên din jî ku bi koronavîrusê ketin mirin.
Hatibû ragihandin ku li Quma bajarê Îranê 2 kesên bi koronavîrusê ketine, mirine.
Ji ber şewba Kovîd-19ê ku li Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket û li hemû dinyayê belav bû 2 hezar û 238 kes li Çînê bi tevahî 2 hezar û 247 kes mirin û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî ji 76 hezar û 700î derbas bûye.