Berpirsiyarê Têkiliyên Gel yê Wezareta Tenduristiyê yê Îranê Kiyanuş Cîhanpur diyar kir li Îranê di 10 kesên din da jî koronavîrus (Kovîd-19) hat tesbîtkirin û hejmara kesên ji ber koronavîrusê mirin derket 5an.
Cîhanpurê daxuyanî da televizyona dewletê ya Îranê destnîşan kir hejmara kesên bi koronavîrusê ketine derket 28an û hejmara kesên mirin jî derket 5an.
Kiyanuş Cîhanpur diyar kir ji 10 kesên di wan da koronavîrus hat tesbîtkirin 8 kes li Qumê û 2 kes jî li paytxet Tehranê ne.
Ji ber şewba Kovîd-19ê ku li Vuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket û li hemû dinyayê belav bû 2 hezar û 345 kes li Çînê bi tevahî 2 hezar û 361 kes mirin û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî ji 77 hezarî derbas bûye.AA