Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 70 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 8 hezar û 12an.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanuş Cîhanpur destnîşan kir ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 70 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 8 hezar û 12an.
Cîhanpur diyar kir 3 hezar û 134 nexweşên nû hatine tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derketiye 160 hezar û 696an.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanuş Cîhanpur destnîşan kir ku rewşa 2 hezar û 585 kesan giran e û got ku 125 hezar û 206 kes jî baş bûne.
AA