Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 134 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 3 hezar û 294an.
Kiyanuş Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê di weşana zindî ya televizyona dewletê da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 134 kesên din jî mirin, 2 hezar û 715 waqieyên teze hatin tesbîtkirin.
Cîhanpur destnîşan kir ku bi vî awayî hemara miriyan derkete 3 hezar û 294an, hejmara waqieyan jî derkete 53 hezar û 183yan.
Cîhanpur got ku rewşa 4 hezar û 35 kesên li nexweşxaneyan tên dermankirin jî xeternak e.
Cîhanpur diyar kir ku ji duh vir da 1224 kes rind bûn û ji nexweşxaneyan çûn malên xwe, hetanî nika 17 hezar û 935 kes rind bûn.
AA