Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 514an

Berpirsiyarê Têkiliyên Gel yê Wezareta Tenduristiya Îranê Kiyanuş Cîhanpur di daxuyaniya xwe ya di televizyona dewletê da diyar kir 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû 85 kesên din jî mirin.

Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 514an

 Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 85 kesên din jî mirin û hejmara kesên ji ber vîrusê mirin derket 514an.

Berpirsiyarê Têkiliyên Gel yê Wezareta Tenduristiya Îranê Kiyanuş Cîhanpur di daxuyaniya xwe ya di televizyona dewletê da diyar kir 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû 85 kesên din jî mirin.

Cîhanpur diyar kir hejmara kesên ji ber vîrusê mirin derket 514an û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî derket 11 hezar û 364an.

Kiyanuş Cîhanpur diyar kir vîrus herî zêde li Tehran, Gilan, Qûm, Mazenderan û Îsfehanê derdikeve û got ku 3 hezar û 529 kesên baş bûne ji nexweşxaneyê hatine derxistin.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2020, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE