Li Îranê hejmara kesên ku ji ber araqa sexte mirin nêzîkî 800î bû

Li Îranê hejmara kesên ku ji ber gotegota ku mirov ji Kovîd-19ê diparêze, araqa sexte vexwarin û pê mirin, derket 796an.

Li Îranê hejmara kesên ku ji ber araqa sexte mirin nêzîkî 800î bû

 Li Îranê hejmara kesên ku ji ber gotegota ku mirov ji Kovîd-19ê diparêze, araqa sexte vexwarin û pê mirin, derket 796an.

Endamê Lijneya Navenda Lêkolînên Zanistî ya Dezgeha Tiba Edlî Kambiz Sultanînecad ku ji ajansa fermî ya Îranê IRNAyê ra axivî, diyar kir ku li welêt di 2,5 mehên ku Kovîd-19ê serî hildaye da hejmara kesên ku ji ber araqa sexte mirin derket 796an.

Sultanînecad diyar kir ku herî zêde kes li Tehranê mirin ku hejmara wê jî 205 e û herwiha heta niha zêdeyî 4 hezar kesên ku bi araqê jehrê ketin jî serî li navendên tenduristiyê dan.

Çapemeniya Îranê duh ragihandibû ku li welêt hejmara kesên ku ji ber araqa sexte mirin derket 728an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE