Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 3 hezar û 739an

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 151 kesên din jî ji ber vîrusa koronayê ya nû mirin û jimara kesên ku vîrus kişiyaye wan jî derket 58 hezar û 226an

Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 3 hezar û 739an

Li Îranê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin 136 zêde bû û derket 3 hezar û 739an.

Li gorî nûçeya televîzyona dewleta Îranê, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Kiyanûş Cihanpûr diyar kir ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê li ser asta welêt 136 kesên din mirin.

Cihanpûr diyar kir ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 3 hezar û 739an, ya weqayan jî 2 hezar û 274 zêde bû û derket 60 hezar û 500î.

Cihanpûr herwiha got ku ji nexweşan jê rewşa 4 hezar û 83yan giran e, 24 hezar û 236 kes jî piştî tedawiyê hatin tabûrcîkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE