Li Îranê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 5 hezar û 710an.
Li gor têlevîzyona dewletê ya Îranê, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Kiyanûş Cîhanpûr diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 60 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin.
Cîhanpûr daxuyand, bi tevahî jimara miriyan derket 5 hezar û 710an, jimara kesên ku vîrus kişiyayê jî 1153 zêde bû û derket 90 hezar û 481an.
Cîhanpûr destnîşan kir, rewşa 3 hezar û 79 kesên ku vîrus kişiyaye wan giran e, 69 hezar û 657 kes jî qenc bûne.
Li Îranê Kovîd-19 cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin û paşê li hemû welêt bela bûbû.
AA