Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin ji 10 hezarî derbas bû

Li welêt di 24 saetên dawîn da 134 mirin, 2 hezar û 595 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin

Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin ji 10 hezarî derbas bû

Li Îranê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, ji 10 hezarî derbas bû.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 134 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 595 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara giştî ya miriyan derket 10 hezar û 130î, ya pêketiyan jî derket 215 hezar û 96an.

Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê jê rewşa 2 hezar û 899an giran e û heta niha 175 hezar û 103 kes jî piştî tedawiyê çûn malên xwe.

Lariyê daxuyand ku li welêt heta niha milyonek û 530 hezar û 437 test hatin kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE