Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin ji 15 hezarî derbas bû

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 221 kes mirin

Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin ji 15 hezarî derbas bû

Li Îranê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin, 221 zêde bû û derket 15 hezar û 74an.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da 221 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin, 2 hezar û 621 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê got ku bi vê va hejmara giştî ya kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 15 hezar û 74an, ya pêketiyan jî derket 284 hezar û 34an.

Lariyê her wiha got ku ji nexweşên Kovîd-19ê jê rewşa 3 hezar û 667an giran e û heta niha 247 hezar û 230 kes jî piştî tedawiyê çûn malên xwe. 

Lariyê destnîşan kir ku li welêt heta niha 2 milyon û 254 hezar û 123 test hatin kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE