Li Îranê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin, 208 zêde bû û derket 17 hezar û 190î.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê di daxuyaniya xwe ya li ser têlevîzyona dewletê da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 208 kesên din jî mirin û 2 hezar û 685 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê got ku bi vî awayî hejamra miriyan derket 17 hezar û 190î, ya pêketiyan jî derket 309 hezar û 437an.
Lariyê her wiha got ku ji nexweşên Kovîd-19ê jê rewşa 4 hezar û 89an giran e û heta niha 268 hezar û 102 nexweş jî baş bûn.
Berdevk Lariyê her wiha got ku li welêt heta niha 2 milyon û 508 hezar û 418 test hatin kirin.
AA