Li Îranê hejmara mirinên ji ber koronayê derket 3 hezar û 36an

Li Îranê hejmara nexweşan 2 hezar û 987 zêde bû derket 47 hezar û 593 kesan...

Li Îranê hejmara mirinên ji ber koronayê derket 3 hezar û 36an

Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 138 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 3 hezar û 36 kesan.

Li gor xebera televizyona dewletê ya Îranê, Kiyanuş Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 138 kesên din jî mirin.

Cîhanpur destnîşan kir ku li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 3 hezar û 36 kesan, hejmara nexweşan jî 2 hezar û 987 zêde bû derket 47 hezar û 593 kesan.

Cîhanpur diyar kir ku ji nexweşan rewşa 3 hezar û 871 kesan giran e, hejmara kesên piştî demankirinê rind bûn û çûn malên xwe jî derket 15 hezar û 473yan.

Kovîd-19a li Çînê derket holê cara ewil di 19ê sibatê da li Qûma bajarê Îranê hatibû tesîbtkirin û li welêt belav bûbû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE