Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 151 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 3 hezar û 603yan, jimara kesên ku vîrus kişiyaye wan jî derket 58 hezar û 226an.
Li gor nûçeya têlevîzyona dewletê ya Îranê, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanuş Cîhanpur eşkere kir ku li Îranê 24 saetên dawîn ji ber vîrusa koronayê ya nû 151 kesên din jî mirin.
Cîhanpur diyar kir hejmara miriyan derket 3 hezar û 603yan, jimara nexweşan jî 2 hezar û 483 kes zêde bûn û derket 58 hezar û 226an.
Cîhanpur destnîşan kir ku ji nexweşan rewşa 4 hezar û 57 kesan giran e û heta niha 22 hezar û 11 kes jî baş bûne.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Cîhanpur daxuyand ku li tevahiya welêt heta niha 189 hezar û 790 testên Kovîd-19ê hatin kirin.
Kovîd-19 cara ewil di 19ê sibatê da li Qûma bajarê Îranê hatibû dîtin.
AA