Li Îranê hejmara miriyên koronayê derkete 6 hezar û 418 kesan

Li welêt di 24 saetên dawîn da 78 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, hejmara nexweşan jî ji 100 hezarî derbas bû

Li Îranê hejmara miriyên koronayê derkete 6 hezar û 418 kesan

 Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 78 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 6 hezar û 418an. 

Li gor televîzyona dewletê ya Îranê, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Kiyanuş Cîhanpur diyar kir, di 24 saetên dawîn da li welêt 78 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin, 1680 kesên din jî teze bi vîrusê ketin.

Cîhanpur got ku li gor vê li welêt bi tevahî 6 hezar û 418 kes mirin, hejmara nexweşan jî derkete 101 hezar û 650 kesî.

Cîhanpur destnîşan kir ku rewşa 2 hezar û 735 nexweşên bi vîrusê ketibûn giran e, 81 hezar û 587 kes jî piştî dermankirinê rind bûn û çûn malên xwe.

Li Îranê cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê waqieya ewil a Kovîd-19ê hatibû tesbîtkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE