Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 56 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 7 hezar û 564an.
Kiyanuş Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê daxuyanî da televizyona dewletê û diyar kir ku li welêt di 24 saetên dawîn da 56 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin, di 2 hezar û 80 kesî da jî vîrus hat tesbîtkirin.
Cîhanpur destnîşan kir ku hejmara miriyan derket 7 hezar û 564an û hejmara pêketiyan derket 141 hezar û 591 kesî.
Berdevk Cîhanpur got ku rewşa 2 hezar û 551 kesî kirîtîk e, hetanî nika 111 hezar û 176 kes rind bûn û gihîştin siheta xwe.
Cîhanpur destnîşan kir ku li welêt hetanî nika ji bo 856 hezar û 546 kesan testa Kovîd-19ê hat kirin.AA