Li Îranê heta ewlehî pêk bê qedexeya înternetê wê dewam bike

Li Îranê heta ewlehî pêk bê qedexeya înternetê wê dewam bike

 Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Rebî daxuyand li eyaletan heta ku ewlehî pêk bê qedexeya înternetê wê dewam bike.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê, Rebî li Tehranê daxuyanî da çapemeniyê û der barê qedexeya înternetê ya piştî xwepêşandanên li welêt dest pê kir da agahî da.

Rebî got înternet bi niyeta nebaş a ji bo bûyerên tundiyê yên piştî protestoya zema li ser benzînê çêbûn tê bikaranîn û wiha axivî: "Li eyaletan heta ewlehî pêk bê û em emîn bibin ku ew (înternet) ji bo xirabiyê nayê bikaranîn qedexeya înternetê wê bê rakirin."

- Ji kesên medyaya civakî bi kar tînin kampanya

Ji bo ku bal li qedexeya înternetê ya ku 4 roj in li Îranê dewam dike bê kişandin li ser medyaya civakî kampanya dan destpêkirin.

Kesên medyaya civakî bi kar tînin ji bo ku haya dinyayê ji qedexeya înternetê çêbibe li ser Twîtterê etîketên wek #internet4iran û #Iranproteste nivîsandin.

Armanca kesên medyaya civakî bi kar tînin ew ku bala dinyayê bikşînin ser qedexeya înternetê ya li Îranê û Îran dev ji qedexeya înternetê berde.

Îraniyên dikarin înternetê bixebitînin jî dibêjin ji ber vê biryara qedexeyê welatî mexdûr dibin.

Dîroka nûkirinê: 19 Mijdar 2019, 17:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE