Li Îranê ji ber koronavîrusê 1284 kes mirin

Li welêt hejmara miriyan derkete 1284an, hejmara waqeyan jî 1046 zêde bû derkete 18 hezar û 407 kesan

Li Îranê ji ber koronavîrusê 1284 kes mirin

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 149 kesên din jî ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin û jimara miriyan derket 1284an.

Li gor xebera televizyona dewletê ya Îranê, Kiyanuş Cîhanpûrê Berpirsyarê Têkiliyên Gel ê Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 149 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin.

Cîhanpûr destnîşan kir ku hejmara miriyan derkete 1284an, hejmara waqeyan jî 1046 zêde bû dekete 18 hezar û 407 kesan.

Cîhanpûr got ku 5 hezar û 979 kes jî piştî dermankirinê rind bûn û çûn malên xwe.

Piştî Çîn û Îtalyayê herî zêde meriv li Îranê mirin, vîrus cara ewil di 19ê sibatê da li welêt hatibû tesbîtkirin û paşê li welêt belav bibû.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE