Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 63 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derkete 354 kesan, hejmara nexweşan jî derkete 9 hezar kesî.
Li gor xebera televizyona dewletê ya Îranê, Kiyanuş Cîhanpurê Berpirsyarê Têkiliyên Gel ê Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiyê welêt 63 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derkete 354 kesan.
Cîhanpur destnîşan kir ku hejmara nexweşan jî 958 kes zêde bû û gihîşte 9 hezar kesî, 2 hezar û 959 kes hatin dermankirin û çûn malên xwe.
Li Îranê cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin.
AA