Li Îranê ji ber Kovîd-19ê 110 kesên din jî mirin

Li seranserê welêt di 24 saetên dawîn da 110 kesan ji ber Kovîd-19ê can da.

Li Îranê ji ber Kovîd-19ê 110 kesên din jî mirin

Li Îranê ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) hejmara kesên can dan di 24 saetên dawîn da 110 zêde bû û gihîşt 21 hezar û 359an.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da qanala têlevizyona dewletê û daneyên der barê Kovîd-19ê yên li welêt da bi raya giştî ra parve kir.

Di axaftina xwe da Lariyê got ku li seranserê welêt 1905 nexweşên nû hatin tespîtkirin û ji wan jî 857 li nexweşxaneyan tên tedawîkirin û wiha domand: "Mixabin di nav 24 saetên dawîn da ji ber şewba Kovîd-19ê 110 welatiyên me can dan."

Lariyê destnîşan kir ku bi mirinên dawîn va hejmara kesên li Îranê heta niha ji ber Kovîd-19ê mirine gihîşt 21 hezar û 359an û pêketiyên bi Kovîd-19ê jî gihîşt 371 hezar û 816an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE