Hat ragihandin li Îranê ji sibata ku nexweşê ewil ê vîrusa koronayê ya tîpa nû hat tesbîtkirin vir da 138 wezifedarên tenduristiyê ji ber vîrusê mirin.
Li gor Ajansa Xeberan a Xwendekarên Îranê (ÎSNA) Huseyn Kîrmanpurê Midûrê Têkiliyên Gel a Konseya Tenduristiyê ya Îranê bi vîdeokonferansê civîna çapemeniyê li dar xist û li ser personelên di têkoşîna dijî vîrusê da mirin daxuyanî da.
Kîrmanpur destnîşan kir ku ji 19ê sibat êvir da ji ber Kovîd-19ê 138 wezifedarên tenduristiyê mirin, ji wan 60 kes doxtor bûn.
Kîrmnapur got ku ji sedî 21 hemşîre, ji sedî 19 jî ji personelên laboratuvar û xizmetê pêk tên.
Bi tesdîqa Ayetilah Elî Xamaneyê serokê dînî yê Îranê va xebatkarên tenduristiyê wekî "şehîdên wezifeyê" tên qebûlkirin.AA