Li Îranê 54 kesên din jî ji ber vîrusa koronayê ya tîpa teze (Kovîd-19) mirin û hejmara miriyan derkete 291 kesî û hejmara nexweşan jî derkete 8 hezar û 42 kesan.
Li gor Ajansa Xeberan a Xwendekarên Îranê (ÎSNA), Kiyanuş Cîhanpurê Berpirsyarê Têkiliyên Gel ê Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiyê welêt 54 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derkete 291 kesî.
Cîhanpur destnîşan kir ku hejmara nexweşan jî 881 kes zêde bû û derkete 8 hezar û 42yan, 2 hezar û 731 kes hatin dermankirin û çûn malên xwe.
Li Îranê cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin.AA