Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da 110 kes mirin û hejmara miriyan derket 22 hezar û 154an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê der barê daneyên vîrusa koronayê da daxuyand li Îranê di rojekê da 110 kes mirin û 1894 nexweşên nû hatin tesbîtkirin.
Lariyê got hejmara kesên ji ber vîrusê mirin gihîşt 22 hezar û 154an, hejmara waqieyan jî bû 384 hezar û 666an.
Berdevk Lariyê destnîşan kir ku rewşa 3 hezar û 708 kesan giran e û got hejmara kesên baş bûne jî derketiye 332 hezar û 131ê.
Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 3 milyon û 355 hezar û 152 test hatine kirin.
AA