Li Îranê ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 212 kes mirin

Li Îranê ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 212 kes mirin

Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 212 zêde bû û derket 17 hezar û 617an.

Sîma Sadat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 212 kes mirin û 2 hezar û 751 kesên din bi vîrusê ketin.

Lariyê destnîşan kir ku bi vî awayî hejmara miriyan derkete 17 hezar û 617an, hejmara pêketiyan jî derket 314 hezar û 786 kesan.

Lariyê destnîşan kir ku rewşa 4 hezar û 132 kesên bi vîrusê ketin giran e, 272 hezar û 535 kesên rind bûn jî çûn malên xwe.

Lariya Berdevk destnîşan kir ku li welêt hetanî nika 2 milyon û 560 hezar û 374 test hatin kirin.

Mazenderan, Gîlan, Tehran, Gulistan, Xoresana Bakur, Erdebîl, Îsfehan, Elburz, Xoresana Rezewî, Sîmnan, Azerbeycana Rojhilat, Merkezî û Yezd wekî "herêmên sor" hatibûn îlankirin.

Lariyê got sedema zêdebûna waqieyên li Mazenderan û Gîlanê turîstên ji bo tetîlê hatin herêmê ne, bangî welatiyan kir ku hetanî mecbûr nemînin bira seyahetê nekin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE