Li Îranê ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên derbasbûyî da 161 kes mirin

Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê di daxuyaniya xwe ya li ser têlevîzyona dewletê da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 161 kesên din jî mirin û 2 hezar û 245 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Li Îranê ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên derbasbûyî da 161 kes mirin

Li Îranê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin, 161 zêde bû û derket 19 hezar û 492an.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê di daxuyaniya xwe ya li ser têlevîzyona dewletê da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 161 kesên din jî mirin û 2 hezar û 245 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 19 hezar û 492an û ya pêketiyan jî derket 341 hezar û 70yî.

Lariyê her wiha got ku ji nexweşên Kovîd-19ê, heta niha 295 hezar û 630 jê jî baş bûn.

Berdevk Lariyê destnîşan kir ku li welêt heta niha 2 milyon û 836 hezar û 252 test hatin kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE