Li Îranê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da 229 kes mirin

Di 24 saetên dawîn da 229 kes mirin ku ji hêla hejmara miriyan va ev roja herî zêde kes mirin hat qeydkirin

Li Îranê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da 229 kes mirin

Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 229 kes mirin ku ji hêla hejmara miriyan va ev roja herî zêde kes mirin hat qeydkirin.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyan ku di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 229 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 2 hezar û 625 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 14 hezar û 634an, hejmara pêketiyan jî derket 278 hezar û 828an.

Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 589an giran e û heta niha 242 hezar û 351 kes jî piştî tedawiyê çûn malên xwe.

Berdevk Lariyê diyar kir heta niha 2 milyon û 201 hezar û 958 test hatine kirin.

Ji bilî vê Lariyê got li Îranê eyaletên Azerbeycana Rojhilat û Rojava, Îlam, Buşehr, Xoresana Rezewî, Xuzistan, Zencan, Gulistan, Mazenderan, Kirman, Elburz û Farsê wek "herêmên sor", Tehran, Îsfehan, Buşehr, Hurmuzgan, Kazvîn, Navendî, Xorasana Bakur, Hemedan, Xorasana Başûr, Sîmnan, Sîstan-Belucistan, Erdebîl û Buyer Ehmed jî wek "herêmên birîsk" hatin îlankirin.

Li Îranê di 5ê Tîrmehê da 163, di 9ê Tîrmehê da 221 kes miribûn ku ev roj wekî rojên herî zêde kes ji ber Kovîdê mirin hatibûn qeydikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE