Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da 265 kes mirin û hejmara miriyan derket 29 hezar û 870yî.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ji ber şewba Kovîd-19ê di rojekê da 265 kes mirin û 4 hezar û 552 nexweşên nû hatine tesbîtkirin.
Lariyê diyar kir hejmara kesên ji ber şewbê mirin derketiye 29 hezar û 870yî û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine jî derketiye 522 hezar û 387an.
Sîma Sadat Lariyê destnîşan kir rewşa 4 hezar û 684 kesên bi vîrusê ketine giran e û got ku hejmara kesên heya niha baş bûne jî 420 hezar û 910 e.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê diyar kir li Îranê heya niha 4 milyon û 454 hezar û 570 test hatine kirin û got ku li welêt ji 31 eyaletan 30 eyalet di nav herêmên "sor" û "xeternak" da cî digirin.
Ji ber ku hejmara kesên bi Kovîd-19ê dikevin zêde bûn li paytext Tehran û eyaletên Qûm, Qezwîn û Elburzê cardin sînordarkirinan dest pê kir. Wek mayîn ji sibê heta roja şemiyê li çûn û hatina li bajarên Tehran, Kerec, Îsfehan, Meşhed û Urmiyeyê hatine qedexekirin.
AA